Jêderên opozisyona Îranê dibêjin hêzên hikûmetê tevî xwenîşanderên dijî hikûmetê pevçûn. Ewa li demekê de çêbû xwenîşander jibo rê û resma Aşûra li paytextê Îranê kom bibûn.
Malperên reformîstan dibêjin polîsê dijî aloziyê roja Şembiyê gaza rondik rêj bikar anî bo lev belav kirina xwenîşanderan li navenda Tehranê.
Ew raport rojekê piştî hingî hatin ku melayê tundrê Ehmed Xatemî huşdarî dabû xwenîşanderan rê û resma Aşûra nekin meydana rê pîvanên nerazî bûnê li dijî hikûmetê.
Sebaret wan bûyeran Nesredin Silvaneyi, endamê rêveberiya Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê li Austiraliy, di nav hev peyvînekê de ku hevkar Kawe Kirmanc pêk aniye bo dengê Amerîka diaxivî,t gohdarî bikin