Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Îranî Pênc Rêberên Reformist Desteser Dikin


Oposizyona Îranî ragehand ku bi kêmî ve pênc reformistên serekî yên Îranê ji layê karbidestan ve hatîne girtin, di bizaveka nû ya hikûmetê de li dijî xwenîşandaneran. Bi kêmî ve heşt kes li xwenîşandanên roja Yekşembî hatîne kuştin.

Malperên opozisyonê radigehînin ku sê şîretvanên rêberê opozisyona Îranê Mîr Hûsên Mûsevî roja duşembî hatin desteser kirin, ji wan Elî Riza Beheştî, bizavkarê mafên mirovan Îmad Baqî û wezîrê derve yê berl Îbrahîm Yazdî.

Televizyona Press ya ser bi hikûmeta Îranê radigehîne ku heşt kes li xwenîşandanên dijî hikûmetê roja Yekşembî hatin kuştin.

Malpereka opozisyonê ragehand ku birazayê rêberê opozisyonê Mosevî, Elî Mûsevî, roja yekşembî hat kuştin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG