Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Sedema Hêrişeka Xwekujî 20 Kes li Pakistanê Hatin Kuştin


Karbidestên Pakistanî dibêjin bi sedema hêrişeka xwekujî li rê û resmeka olî ya Musilmanên Şî’e li Karaçî 20 kes hatin kuştin û bi deyan kes birîndar bûn.

Karbidest dibêjin hêrişbereke xwekuj roja Duşembî li rê û resmeka Aşûra li paytexta bazirganiya Pakistanê xwe peqand.

Hêrişa Karaçî duwem hêrişe li dijî Musilmanên Şî'e li Pakistanê li demê du rojan.

Roja Yekşembî, bi sedema hêrişeka xwekujî li mizgefteka Keşmîra jêr kontrola Pakistanê bi kêmî ve 10 kes hatin kuştin û 80 kesên din birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG