Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtaniyek revandî li Îraqê hat azad kirin


Wezîrê derve yê Brîtaniya David Mîlîband dibêjit zelamek Brîtanî yê jibo pitirî du salan li Îraqê
wek rehîn hatibû ragirtin hatiye azad kirin.

Mîlîband dibêjit, Pîter Moor ku şivirdarek ware teknolociyê bû li meha 5 sala 2007 ê li Bexdayê hatibû revandin, roja Çarşembî hatiye azad kirin û di rewşek saxlemiyê ya başde ye. Serok wezîrê Brîtaniya Gordon Brown got ew gelek keyfxoş bû demê zanî Moor dê vegerit nav malbata xwe.

Milîtanên cil û bergên polîsan kiribûn ber xwe Moor û Çar nobedarên wî li dervey wezareta malî ya Îraqê li Bexdayê revandin.

Giropek milîtanan naskirî bi Komkara Karbaşan dabû zanîn ew li poşt wan revandinanin.Termê sê nobedarên wî berew Brîtaniya hatine vegerandin. Karbidestên birîtaniya dayne zanîn, ew bawir dikin nobedarê çarem jî hatibit kuştin.

XS
SM
MD
LG