Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netewên Yêkgirtî Jimareka Karmendên xwe li Pakistanê Vegohastin


Peyvdarê Netewên Yêkgirtî dibêje karmend li Pakistanê namînin an dê hêne vegohastin bo cîhên dî yên parastî li Pakistanê.

Netewên Yêkgirtî radgehînît ku ji ber perîşaniyên rewşa parastinê, bo nuha dê bi kêmî ve 20 li sedê ji karmendên xwe yên navnetewî li Pakistanê vegohêzît cihek din.

Peyvdarê Netewên Yêkgirtî Işrat Rizvî dibêjît karmend li Pakistanê manînin yan dê hêne vegohastin bo cihên dî yên parastî li Pakistanê.

Bi kêmî ve 11 karmendên Netewên Yêkgirtî vê salê li Pakistanê hatîne kuştin, pênc ji wan li nav teqîneka meha 10 li bingehê serekî ya Bernama Xarna Cîhanî ya Netewên Yêkgirtî li Islamabadê hatine kuştin.

Rojnama Amerîkî Wall Street Journal radgehînît ku bi tenê ew karmendên ne serekî dê hênê vegohastin lê ew her wisa dê dete zanîn ku eve kar nakit ser bizavên karmendan ku alîkariya wan kesan biken yên ji ber şerê li nêvbera leşkerê Pakistanê û çekdaran aware bûn e.

XS
SM
MD
LG