Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dinav teqînekê de li Pakistanê bi kêmî 88 kes hatin kuştin


Kesek xwekuj roja Eynî otombêla xwe ya bar kirî ji kerstên teqînê ajûte nav meydanek qerebalix ya werzişî li Bakûra rojawaya Pakistanê û teqand. Di encama teqînê de bi kêmî 88 kes hatin kuştin.

Polîs dibêjit ew teqîn li bajarokê Lakkî Marwat li wilayeta tixobiya Bakûra rojawa çêbû li demekê de xelkê deverê jibo temaşe kirina yariyek Vollyball ê kom bibûn.

Lêkoler dibêjin zarok û serbazên nîve leşkirî di nav kuştiyan de tên dîtin. Bi dehan kesên din jî birîndar bûne dinav de hinek kesên li mizgeftek nêzîkî wê derê kom bibûn. Di encama wê teqînê de her wesa xaniyên derdorê jî hiloşiyan.

Hêş çi aliyekê xwe wek berpirsyarê bûyerê nedaye nasandin. Lê, berpirsê polîsê welayetê, Malik Naveed gote dengê Amerîka ku dûr niye ew êrîş wek kiryarek tole standinê ji alê xirabkarên talîban ve hatibit encam dan.

XS
SM
MD
LG