Wehîd Omar li konferanseka nûçeyan li Kabulê li roja Yêkşembê pênasîn kir ku biryara perlemanê jibo serok Karzaî yêka ne baş bû.
Omarî got bala serokî hate kişandin û helbet ew ne keyf xweş e. Lê wî got Karzai rêz jibo desturî heye û ew rêzê li desthelata perlemanê digirît.
Qanûndanêrên Afganistanê li roja Şembiyê 17 ji 24 endamên destnîşan kirî li nav deng danên nepenî ret kirin. Ji wan evên hatine înkar kirin ewên yên rexnegir dibêjin gendel in, parexwer in yan têkelî li gel lordên şerî heye.
Kai Eide, rêberê bizava Netewên Yêkgirtî li Afganistanê, roja Yêkşembê got ret kirina destnîşan kiryan ji alîyê perlemanê ve paşve birineka siyasî ye û dê danana hikûmeteka karîger direng tir bike.
Destnîşan kirîyên kabîna serok Karzai tê dîtin wek nişaneka serekî, ka ew ji dil dixwazît hikûmeta gendel ya Afganistanê bigohrît yan ne.