Serok Barak Obama, bo cara êkê bi aşkereyî, bergûmanê hewla teqandina firoka nefer hilgira Amerika dayî li roja Kirismisê peywendî dar kir digel Al Qa’îde.
Di gotara xwe ya heftiyê de li ser radyo û enternêtê , roja şemîyê, serok Obama got wesa dîyare komeleka Yemenî ya ser bi Al Qa’îde rahênan bi wî bergomanî kiriye û hinartiye jibo teqandina firoka beref Amerîka dihat.
Birêz Obama got wê komelê berî niha jî Amerîkî kirine armanc û li sala 2008 ê karmendekê balyozxana Amerîka li Yemenê kuştîye. Serok Obama got hûkmeta wî dê peywendîya digel Yemenê bi hêz biket bo jinav birina terorîstên Al Qa’îde.
Serok Obama, ku rikaberên wî yên Komarî rexneyê lê digirin û di bêjin karê pêtivî na ket li dijî terorîst û komelên milîtan,