Amerîka û Brîtanya ji
ber perîşaniyên gefên têrorîsta balyozxanên xwe li Yemenê roja Yêkşembê
girtin.
Balyozxana Amerîka li Sana radgehînît ku gropa el Qayde li nîv girava Erebî ya ku li 25ê meha 12 girêday hewil dana teqandina firokeka Amerîkî bo, gêfên hêrişekê kirîne.
Şîretvanê serekî yê dijî têrorîsmê yê Serokê Amerîka Barack Obama, John Brennan, li roja Yêkşembê gote kenalê CNN balyozxane hate girtin ji ber ku nîşan hene el Qayde li bere hêrişê bibet ser avahiya diplomasî li Sana.
Balyozxana Amerîka li sala 2008ê ji alîyê el Qayde ve, armanca hêrişeka bikoj bo.
Brîtanya û Amerîka li bere ku alîkariya diravî biden bo danana hêzeka polîsên dijî têrorîsmê li Yemenê. Brennan gote televizyona Amerîkî merem ne ewe ku serbazên Amerîkî li wêrê amade bin.