Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de rojnamevan Cemal Ozçelîk li ser bûyerên 2009’ê li Tirkîye dipeyive.
Rêzdar Ozçelîk dibêje, nîyeta dewleta tirk tunebû ku pirsa kurdî çareser bike. Nîyeta wan ev bû ku DTP û sîyasetvanên kurd bê hêz bikin. Baştir bû ku plana AKP ya rê vekirina pirsa kurdî hilweşîya çimkî AKP ne ji dil e.
Cemal Ozçelîk her wiha daxwaz ji sîyasetvanên kurd dike ku hevkarîyeke netewî biafrînin û alternatîveke nû damezrînin.
Guhdarên hêja, heku bixwazin guhdarîya vê hevpeyvînê bikin, kerema xwe li lînka destê rastê kilîk bikin.