Balyozxana Amerîka li Yemenê radgehînît wê carek din
dergehêt xwe vekirîne piştî hêzên Yemenî beramber gefa li ser parastinê serkeftî
bûn.
Şandeka Amerîkî li Sanaa got Yemenê hindek cihên taybet parastîne li bakûra Sana, piştî kiryarên dijî têrorîsmê kirîn. Lê wan her wisa huşdarî da ko hêj berjewendîyên Amerîka li Yemenê li jêr gefa têrorîsmê ne.
Her wisa evro balyozxana Brîtanî li Sana dergehêt xwe vekirneve, lê hêj dest bi kar û barên xwe ne kirîye ve.
Herdo welatan roja Yêkşembê ji ber huşdariya ihtîmala hêrişeka el-Qaîde, balyozxanên xwe daêxist bon.
Yemen radgehînît ku li nav oporosyonekê li herêma bakûr ya Arhab, hêzên wê dû endamên el-Qaîde yên berpirsyar bû wê huşdariyê, koştin.