Karbidestên
agehiyan yên Pakistanî dibêjin bi rêya du hêrişên firokên bê firokevan yên goman
dihête kirin Amerîkî ne li ser toxîbê Pakistanê ligel Afganistanê, bi kemî ve
12 kes hatine kuştin.
Karbidest dibêjin du muşek bi avahiyên bergomanên milîtana keftin li devera eşîretî ya Wezîristana Bakûr roja Çarşembê, û di encamê de heft kes hatine kuştin.
Karbidestan got demekê kurt piştî hingî, pênc kesên dî hatine kuştin bi hêrişa du wê li ser heman avahiyê, demê xelikê bizav dikir wan terman helgirin û birîndaran li jêr kavila derbînin.
Wezîristana Bakûr wek cihekê xort bo tora Haqanî ser bi Talîbana Afganistanê ve û her wisa wek pênageheka şerkerên el-Qaîde tê nasîn.