Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên derve yên Îraqê û Îranê derbarey bîreka petrolê dê danûstandina bikin


Wezîrên derve yên Îraqê û Îranê dibêjin welatên wan dê li heftiyên dahatî danûstandinan bikin bo çareser kirina kêşeya li ser kontrol kirina bîreka petrolê li ser tixubê herdu welatan.

Wezîrê Derve yê Îraqê Hoşyar Zêbarî ligel hevberê xwe Menuçehir Motekî, ku bi seredan çuye Bexda yê, li roja Pêncşembê li ser vê pirsê axift.

Ev kêşe li 18'ê meha 12 dest pêkir dema serbazên Îranî bîreka petrolê li parêzgeha Mîsan dagîr kir û alayê Îranî li ser hilda.

Serbazên Îranî piştî çend rojan xwe ji bîrê vekêşa, lê Îraq radigehîne ku hêj serbazên Îranî li ser erdê Îraqê ne.

Wezîrê Derve yê Îraqê Hoşyar Zêbarî got, herdu welat rêkeftîne ku dest û darê tixubê tena bikin.

XS
SM
MD
LG