Karbidestên ewlehî yên Amerîkî dibêjin biryar bo ku dema firoke li Detroit nişya ba, vekolîn ligel wî bergumanê ku bizav kirî roja Krîstmisê hêrişê bikete ser firokeka Amerîkî hatiba kirin.
Karbidest dibêjin Omer Faruq Ebdul Mutelib, ku têkelî ligel tundreyan hene, dema hatiye firîngehê, her weku neferên dî vekolîn ligel hatibu kirin.
Ev bergomanê Naycîrî yê 23 salî bizav kir bo kerestên peqandinê li nav firokê bipeqîne, demê nêzîkî Detroit biba.
Roja Sêşembê Seraya Sipî raportek li ser vekolîna dawiyê diyar kir û biryare roja Pêncşembê serok Obama behsê wê pirsê bike.
Her wisa li roja Çarşembê, Ebdul Mutelib hate xetebar kirin bi şeş guneh kariya, yêk ji wan kar anîna çekekê komel kuj û bizaveka kuştinê.