Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Dezgehên zaniyariyê li rê girtina ji pîlana teqandina balefirekê serkevtî nebûn


Serokê Amerîka, Barack Obama dibêjit ajansên Amerîkî serkevtî nebûne ku wan znaiyariyan têbigehin û pêwendiyê pêre biken,yên dikarîn rêkê bigirin ji hindê êrîşberê bergoman, li roja Christmas ê, ji Amstirdamê ve berev Detroitê bifirit.

Demê roja Pêncşembî diaxivt, serok Obama got hêla êkim ya berevaniya Amerîka ewe ku dezghên zaniyariyê bi awayek dem û dest û karîger zniyariyan parve bikin û bikar bînin. Lê belê birêz Obama got kêmasî dinav vê bûyerê de hatiye kirin û li dawiyê de ew anko serok berpirse demê sistem kar neket.

Serokî da zanîn ku ew pitir li gile û gazinda dixazît ders ji bûyerê bêt girtin û ev xeletî bên serrast kirin.

Serok Obam got wî ferman daye, guhorîn di awayê serederî kirina li gel zaniyariyan de liser egera gefeyan bêt kirin.

Wî herwesa got, dixazît ku awayê xelik dikeve nav lîstê Amerîka yê terorê û lîstê berbend kirina firînê bo Amerîka bêt bihêz kirin.

XS
SM
MD
LG