Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehdî Karrubî bû Armanca Êrîşeke


Malpera rêberekî hevrik yê Îranê dibêje, Mehdî Karrubî roja Înîyê rastî êrîşa xwenîşandêrên alîgirên hikûmetê hatîye.

Malpera www.Sahamnews.org radigihîne, xwenîşandêr gulle li otomobîla Karrubî barandine, belê tenê camên wê şikestine.

Malper her wiha dide zanîn, 500 xwenîşandêr avahîyê li Qazvînê peçandîbûn, ku Karrubî jibo tevlî bûna şînîya xwenîşandarên hevrik yên kuştî li wê derê dima.

Sahamnews dibêje, teqe ledan dema Karrubî ji avahîyê derdiket qewimîye.

Li alîyê din, medyaya dewletê ya Îranê ragihand 5 bizavkarên hevrik yên ku navê wan ne dîyar li dadgeha şoreşa Îranê bêne dad kirin. Ew bizavkar roja Aşure ya 27ê meha 12 hatîbûn desteser kirin.

XS
SM
MD
LG