Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fahrî Karakoyunlu Derheqa Paşeroja Pirsa Kurdî Dipeyive


Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de bizavkarê mafê mirovan û parezger Fahrî Karakoyunlu derheqa rewşa vê dawîyê li Dîyarbekirê û herêmê dipeyive.

Rêzdar Karakoyunlu dibêje, bi girtina bajarvan û sîyasetvanên Kurd, hêvîya gel biçek sist bû. Lê, divê hikûmet prosesa rê vekirina pirsa Kurdî berdewam bike.

Fahrî Karakoyunlu rexne li sîyasetvanên Kurd digirie ku, li şûna ku sîstemê ji xwe re bikin armanc, berê rexneyên xwe didine AKPê. Karakoyunlu berdewam dibêje, AKP bi xwe jî din bin gefeya sîstemê da ye û paşeroja wan ne dîyar e. Divê Kurd, xwe ji îdeolojîya çepgerîyê rizgar kin û bi çavekî neteweyî li rewşê binêrin û rexneyên xwe bînîn sîstemê.

Guhdarên hêja, heku bixwazin guhdarîya vê hevpeyvînê bikin, kerema xwe li lînka destê rastê kilîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG