Desthilatdarên Misirî 42 kesên girêdayî alozîyên olî li navbera Misilman û Krîstîyanan de li başûra Misrê desteser kirine.
Ajansa nuçeyan MENA ya ser bi hikûmeta Misirê ve radigehîne ku, rêvebirê polîsan li parêzgeha Qena gotîye, jiber alozîyên roja Înî, hêzên wî 29 Krîstîyan û 14 Misilman desteser kirine.
Ajansa nuçeyan MENA dide zanîn ku 11 dîkan û heşt xanî yên kesên Krîstîyan li roja Înî li gundê Bahjora hatine sotin.
Krîstîyan, Misilmanan bi agir berdana wan dîkan û malan tawanbar dikin.
Rojek pêştir, runîştîyên Krîstîyan yên bajaroka Nag Hemedî, xwenîşandan dijî êrişeka çekdarên gumanlêkiri yên Misilman kirin. Di encama wê êrişê de, şeş Krîstîyan û polîsekî Misilman hatine kuştin.
Karbidest dibêjin, ew êriş bersiva dest dirêjîya seksê li ser keçeke Misilman bû, li meha 11 ji aliyê zilamekî Krîstîyan ve.