Karbidestên polîsan li Angola, 2 gumanbar desteser kirin giredayî êrîşa kujyar ya dijî tîma futbola netewî ya Togoyî.
Her du gumanbar, li eyaleta Cabinda ya dewlemende petrolê hatine desteser kirin ku êrîş jî, li heman herêmê qewimîbû.
Karbidestên Cabînda dibêjin, 2 gumanbar endamên grûbeke cûdaxwaz ya bi navê Enîya Rizgarîya Herêmê Cabinda ne, ku berpirsîya êrîşa xwîndar bû stûya xwe ve girtîbû.
Serhildayên cûdaxwaz dibêjin, armanca wan ne tîma Togoyî bû, lê hêzên ewlehîya Angolî bûn.
Çêkdar di êrîşê de şoforê otobusê, cîgirê rêvebirê teknîkî û peyîvdarê tîma Togoyî kuştîbûn.
Doktor dibêjin, rewşa saxlemîya dergevanê (goalkeeper) tîma Togo Kodjovi Obilale, ku di êrîşe de gulê ledabû û birîndar bûbû vê gavê baştir e.
Tîma futbola netewî ya Togo, ji Kupaya Welatên Efrîqî vekêşabû û zivirîbû malê.