Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî li Bexda Destbi ser Keresteyên Peqandinê Digirin


Hêzên parastina Îraqê dibêjin wan dest bi ser keresteyên peqandinê girtîye û 25 kes girtine ku li hîviyê bûn hêrişên tirorîstî li paytextî bikin.

Peyvdarekî leşkerî li Bexdad, ceneral Qasim al Mosewî got, evro di vekolînekê de li Bexdad, hêzên Îraqê dest bi ser 400 kîlogramên keristeyên peqandinê û 60 destgehên peqandinê girt bû.

Peyvdarê hikûmeta Îraqê Elî al Debbax got, hêzên Îraqê bi vê kiryarê rabun, piştî hemwelatiyekî ew agadar kirîn ku îhtîmala bi otombîlên bombe kirî hêriş li bajêrî bihêne kirin.

Karbidestan dest û darê parastinê tund kir û hatin û çûna otombîlan vebir kir.

Ev kiryara parastinê di wextekî de dibit ku Îraq xwe bo helbijartinên perlemanî yên meha 3ê amade dike. Karbidestan huşdarî daye, ku xirabkar bizavê dikin bo têkdana helbijartina, hêrişa bikin.

Li van mehên dawiyê, jimareka mezin ya peqîna li Bexdad çêbûn, ku bara pitir avahiyên hikûmetê li wî bajêrî kirbûne armanc.

XS
SM
MD
LG