Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanyarekî Îranî di Encama Peqînê de Hate Kuştin


Îran, Amerîka û Îsraîl bu kuştina zanyarekî Îranî gunehbar dike. Medyaya dewletê radighîne Messûr Alî Mihemedî roja Sêşemê, bi peqandina bombeyeke dûravêj, li dervayê xanîyê xwe li Tehranê hatîye kuştin.

Berdevkekî wezareta derva dibêje, lêkolînên pêşîn Îsraîl, Amerîka û bi gotina wî, leşkerên wan yên bi perê destnîşan dikin.

Li Washington, Wezareta Derva ya Amerîkî tawanbarîyên Îranê wekî bê bingeh nav kir. Îsraîl, heta niha ti daxûyanî nedaye.

Hîn jî naye zanîn, peywendîya Mihemed ligel programa navokî ya Îranê hebû yan ne.

Medyaya dewleta ya Îranê dibêje, qûrbanî li Zanîngeha Tehranê mamoste bû û piştevanekî xûrt yê rêberê bilind Ayetullah Alî Xameneyî bû. Belê, navê Mihemedî di nav îmzakerên nameyeke bo piştgirîya Mîr Huseyîn Musevî derbaz dibû.

XS
SM
MD
LG