Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Behîyeke li Îranê Alîgir û Dijberên Hikûmetê Amade Dibin


Di behiya profesorekî Îranî de, hem alîgirên hikûmetê û hem jî dijberên wê, li roja Seşemê li Tehranê amade bûn.

Tê ragihandin, nêzîkî 1000 kesan pişikdarî li nav şîniya profesorê fîsyaye navokî Massoud Alî Mohemedî kir.

Polîs amade bûn li dema xwenîşanderan gotinên dijî Amerîka û Israîlê digotin. Hinek behîdaran dirûşmên kesik helgirt bûn wek piştevanîyeke bo guhrînxwazên Iranê.

Navê Mohemedî di nav lîsteka profesorên zanîngehê de bû, yên ku nameyek jibo piştevanîya Mîr Huseyn Mosevî di hebijartinên serokatîyê de li sala burî, mor kir bûn.

Dengdanên meha şeş bû egera xwenîşandanên mezin piştî Serok Mehmud Ahmedinejad bi dizîna dengan hate tawanbar kirin.

Mohemedî roja Sêşemê li dervey mala xwe li Tehranê hate kuştin, di encama peqandina bombeyeke ji dur ve kontrol kirî.

Îran Amerîka û Israîlê bi kuştina profesorî tawanbar dike. Amerîka û Îran wê tawanbarîyê înkar dikin.



XS
SM
MD
LG