Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Gefeya Rawestandina Têkîlîyên ligel Koreya Başûr Dike


Koreya Bakur, gefeya rawestandina hemî têkîlîyên ligel Koreya Başûr dike, jiber îddîaya planeke hilweşandina hikûmeta komunîst ya wî welatî.

Ev gefe, di demeke de tê ku, Koreya Bakur ragihandibû ew pêşnîyara Koreya Başûr ya alîkarîya xwarinê qebûl dike.

Daxûyanîyeke Komîsyona Berevanîya Neteweyî ya Bakur NDC roja Înîyê daxwaz kir ku, Koreya Başûr lêborînê bixwaze, jiber raportên medyayê li ser wê plane. NDC dibêje, ew destbi şereke pîroz bikin li hember kesên ku ew plan danane, Qesra Şîn ya navenda serokê Koreya Başûr jî nav de.

Di heman demê de Koreya Başûr radigîhîne ku, cîrana wê qayîl bûye ku 10 hezar ton alîkarîya garisê qebûl bike, ku li meha 10 Cotmehê hatîbû pêşkêş kirin.

XS
SM
MD
LG