Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Derveya Amerîka Diçe Haîtî


Karmendên alîkariyê li Haîtî berdewam xebatê dikin ku xwarinê, avê û xizmetên saxlemiyê bigehînin qûrbaniyên erdheja li paytext Port-au-Prince ya Haîtî û dewir û berên wê.

Amerîka û Haîtî rêkeftinek mor kirin ku firîngeha paytextê li jêr kontrola Amerîka be, ku gelek ji kel û pelên hawarçûnê digehin wêrê.

Çar rojan piştî erdhêjiyê paytextê Haîtî wêran kir, bizavên hawarçûnê hêdî bûne li ber qerebalixa li firîngehê û kêmaniya kel û pelan.

Tîmên alîkariyê ji seranserî cîhanê çûyne Haîtî, lê karmend dibêjin eger pitir kel û pel demek nêzik negehin, ew xembarin ku rewşa parastinê dê sist bibe.

Tê çaverêkirin, Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton roja Şembiyê dê gehîte firîngeha Port-au-Prince.

Ew dê ligel serokê Haîtî, endamên hikûmeta Amerîka û karmendên dî yên alîkariyê kom be, jibo danûstandina li ser baştirîn rê bo bizavên vejandina Haîtî.

XS
SM
MD
LG