Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê seredana Tirkiyê dike li dema bûyereke dimplomasî peywendî li nêv bera van du welatan sist kirîne.
Ehud Berak li roja Yekşemê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li Ankerê kom bû.
Ev kombûne tê piştî miştûmirên vê heftiyê li nêv bera van du welatan, ji ber nerazî bûna hikûmeta Îsraîlê derbarey bernameke televizyonê ya Tirkî.
Li heftiya borî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îsraîlê Danny Ayalon bi eşkire bi tundî rexne li bernameke girt, ku têde diyar kir hêzên ewlehiya Îsraîlê zarokan direvînin û zilamên kal gulebaran dikin.
Her li ser vê mijarê, peyamhinêra Dengê Amerîka Xecîcan Farqîn ji Diyarbekîr raportek hinartiyê. Bo guhdarî kirinê, faîla destê rastê klik bikin.