Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskar Salih Cefer Derheqa Rewşa Kurdan li Surîyê Dipeyive


Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskarê Kurd Salih Cefer rewşa mafê mirovan li Surîyê dinirxnîne û li ser kuştina xortên Kurdan ya dema leşkerîyê dike.

Birêz Cefer dibêje piştî bûyerên 12’ê Adara 2004 rewşa mafê Kurdan li wî welatî xirabtir bûye û rejîma Surîyê sîyaseteke tûnd û req li hember Kurdan dimeşîne. Vê gavê pir sîyasetvan û bizavkarên Kurdan li zindanê ne.

Salih Cefer derheqa raportên li ser mirina xortên Kurdan ya dema leşkerîyê de jî dibêje, rejîm Kurdan wekî neyar û dostên Amerîkî dibîne. Ev kêşe bûye pirsgireke civakî û bi awayakî sîstematîk berdewam e. Rejîm xortên Kurdan dikujin û kes nikane xwedî li mirîyên xwe derkeve. Ji malbatan tê xwestin ku bê pirs û lêkolîn zarokên xwe binax bikin.

Jibo guhdar kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka destê rast kilîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG