Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Massachusetts û Helbijartina Taybet ya Senatê


Dengder li wilayeta Massachusetts ya bakûra rojhilata Amerîka roja sêşembî birev bingehên dengdanê diçin ji bo helbijartina sernatoreke nû.

Berbijara Demokrat Martha Coakley rûbirûya berbijarê Komarî Scott Brown dibe li helbijartineka taybet ji bo teji kirina kûrsya Massachusetts li Senatê piştî koça dawî ya senator Ted Kennedy li sala bûrî.

Eger Brown yê Komarî piraniya dengan bidest bîne, Demokrat zorîneya xwe li Senatê (60 Deng) ji dest didin.

Zorîneya Demokratan li Senatê giring e ji bo pejirandina karnameya Serok Barack Obama, weke reform kirina sîstema saxlemiya welatî.

XS
SM
MD
LG