Di nav nîşaneyên mezin ya hindûra rejîma xwe de, rêberê bilind yê Îranê Ayetollah Alî Xameneyî devji gotinên xwe bernade. Wî roja Sêşemê got, hêzên biyanî yên qirêj û neheq di hewlên xwe ya hejandina yekîtîya Komara Îslamî de sernakevin.
Ayetollah ji girseyeke karbidestan re axifî, ku mihrîcanên 11’ê Sîbata salvegera şoreşa Îranê ya 1979’ê amade dikin.
Di salên borî de, opozîsyona Îranê pîrozbahîyên wî rengî jibo xwenîşandanên xwe bikar tînan.
Karbidestên hikûmetê, xwenîşandanên hevrik yên girseyî ku piştî hilbijartinên Hazîranê qewimîne, wekî hewilên rûxandina rejîmê bi destkarîya biyanîyan nîşan dane.
Gelek pisporên Îranî di wê bawerîyê da ne, ku rêberên bilind yên wî welatî rû bi rûyê hevrikîya xûrt û nerazîbûnên zedebûyî ne û têkîlîyên nav wan jî xirabtir dibin.
Pisporê karûbarên Îranî Gary Sick dibêje, alozîyên nav rêberên Îranî ne tiştekî nû ye, lê ew bawer dike, paş hilbijartinên Hazîranê ew yek xirabtir bûye.
Di nav rêbertîya bilind ya Komara Îslamî de, tim hevrikî û dubendî çêbûne. Ew ne tiştekî nû ye, ew ji şoreşa 1979 vir ve didome. Lê, ez bawer dikim wan alozî û dubendîyên heyî kûr bûne û li gorî 31 salên şoreşê vir ve, bi awayekî berbiçav eşkeretir bûne û geheştine nav civatê.
Li alîyê din, di hewleke zede kirina piştevanîya xwe nav gel de, Serok Mahmud Ahmedînecad di televîzyona dewletê de hate nîşan dan, ku li Tehranê ligel jimareke xortan dibezîya.
Malperên hevrik jî, vê dawîyê vîdeoyeke weşandin ku Ahmedînecad ji girseyeke herêmî re diaxifîya. Dema axaftinê de, law û qîzên li dijî fermanên karbidestan, li şûna ku navê Ahmedînecad biqerin, jibo piştgirîya tîmên xwe yên futbolê dirûşman diavêtin.
Jibo guhdarî kirina raporta dengî, kerema xwe li lînka alîyê rastê kilîk bikin.