Berbijarê Serok Barack Obama bo serokatiya Rêveberiya Parastina Hatin û Çûnê (TSA) xwe ji berbijarîyê vekêşa jiber egerêt siyasî.
Erroll Souther roja Çarşembî biryara xwe ragend û got berbijar kirina wî cihê nerazîbûnawan kesan e ku armancêt siyasî hene.
Komarî dijî berbijar kirina Southers bûn û xema xwe dîyar dikin ku bizavê bikit yêketîyeka karî di nav Rêveberiya Parastina Hatin û Çûnê de dirust biket.Senator Jim DeMint ji ber hidê dijî berbijar kirina wî ye.
Çend heftîyekan piştî bizaveka hêrişekê li ser firokeka Amerîkî li roja Krismis, Southers karvekêşana xwe dabû.