Wezîrê berevanî yê Amerîkî Robert Gates seredana Îslamabadê kir ji bo bas kirina şerê Afganistanê ligel rêberên Pakistanî.
Gates got ew dê Pakistanê pişitrast ke ku Amerîka bi berdewamî weke hevalbendekê karî ligel Pakistanê dike.
Wezîrê berevanî roja pêncşembî ligel wezîrê berevanî yê Pakistanî Ahmed Muxtar kom bû.
Amerîka dixwaze Pakistan operasyona leşkerî dijî çekdarên Talîban li ser sinorê Afganistanê berfireh bike.