Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alî Buran û Pêşketinên Dawî li ser Plana Nû ya Darbeya Leşkerî


Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar û sîyasetvan Alî Buran behsa plana veşartî ya leşkerîya, bo rûxandina hikûmeta Tirkîye dike.

Birêz Buran dibêje artêşa Tirkîye bi alîkarîya sosyal demokratan dixwest darbeyeke leşkerî (coup d'etat) bike û ev nîyet hîn jî heye. Jibo wê armancê, lekolîn û pirsname têne hazir kirin ku bingeha hilweşandina hikûmeta AKP’ê hesantir bikin.

Alî Buran berdewam dibêje, hikûmeta Erdogan wêrektirîn hikûmeta dîroka komarê ye ku li dijî artêşê derdikeve û divê sîyaseta Kurd jî piştgirîya wê bike.

Gelî guhdarên delal, heku bixwazin guh bidinê vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka destê rast kilîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG