Cêgirê Serokî Amîrîkî Joe Biden danûstandina dike li gel mezne karbidestên Îraqê bo miştûmirê liser biryara komîteyeka Perlemanê Îraqê bo dûr êxistina sedan kandîdan ji helbijartinên dahatîyên Perlemanî.
Îro Şemîyê birêz Biden digel Serek Wezîrê Îraqê Nûrî Al+Malikî kom bû û digel Serokê Îraqê Celal Talebanî û mezne karbidestên dîyên welatî.
Peyvdarekî Cêgirê Serokî Amîrîkî got : Welatên Êkgirtîyên Amîrîka hewla dide helbijartinên 7 maha sê Adarê rewa û cihê bawerê bin. Tony Blinken , payvdarê birêz Biden got : mafê kesekî bîyanî nine ji Îraqîyan re bêje ka çawa kêşên xwe çareser bikin.
Rê li pêtir ji 500 kandîdan hatîye girtin ji pişikdarîya helbijartina jiber peywendîya wan bi partîya Baas dîktatorê derêxistîyê Îraqê Saddam Hussein ve . Ew biryar bûye egera xetabarkirina piranîya Şîayan bi hewla vederkirina desthelata sîysîya kêmanîya Sûnîyan.