Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Haîtî bizavên rizgar kirina kesên sax bi dawî tên


Karbidestên N.Ê dibêjin Hûkmeta Hayîtî ragîhandîye kû karên lêgeryan û rizgarkirinê li welatê bîvelerzê wêrankirî hatine ragirtin, li demê kû hewlên mirovanî her berdewamin.

Daxweyanîyeka ofîsa rêkxistina kar û barên mirovanî ya ser bi N.Ê ve dûhî Heynî got : heta roja 21 mehê, ankû heta berî dû rojan 132 kes hanitn rizgarkirin. Ev jimare, jibilî dû kesên rizgarkirîne dûhî Heynî li jêr xanîyên herftî li Port-au-Prince ya paytext 10 rojan piştî bîvelerzî xanîbiser wan de heraftî li paytextî û deverên dor û ber.

N.Ê di bêjit: Hûkmeta Hayîtî piştrast kirîye kû 111,481 kes di erdhejyanê de, heta dûhi Heynî mirine, belê hêşta gelek wûndane û tiris heye mirî bin.

Ji alîyê xweve,Rêkxistîya xwarin û Çandinê ya N.Ê radgehînit jimara xelkê ji Paytextî derdikevit her zêde dibit û nêzîkî Milyonekê berv gûnda çone.

Bi hezaran xelkê Hayîtî dûhî Heynî ji Port-au-Prince derkeftin li demê kû Hûkmet soza didet 400,000 kesa vegûhêzte nav xîvetan li derveyî paytextî hatine vedan . Bi texmîn erdhejyanê 200.000 kes kûjtine û nêzîkî milyon û nîva bê xanî hiştine. Rizgarbûêyn bîvelerzê li hewangeha dene û têr xwarin û ava vexwarnê nine.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG