Serokê Amerîkî Barack Obama li Seraya Sipî mêvandariya serokê Herêma Kurdistana Îraqê dike .
Çaverê dihêt kirin her weha cîgirê serokî Joe Biden pişikdarî li kombûna ligel Mesûd Barzanî bike.
Li meha bûrî, wezîrê berevanî yê Amerîkî Robert Gates bi cûda ligel serokwezîrê Îraqî Nûrî El-Malikî û Barzanî kom bû da ku pişitrast bike ku perlemanê nû yê Îraqî di demekê kurt de piştî dengdana 7-ê Adarê dihêt pêk anîn.
Peyvdarê Pêntagonê got birêz Gates gote Barzanî ku Amerîka pêgiriya “tenahî, asûdeyî û atonomîya” Kurda ye li çarçûva Îraqeka yekgirtî.
Gates her weha dawa li rêberê Kurd kir berdewam bit li pêşde birina têkeliyên bi Bexdayê re.