Komandarê bilindê Supahê Pasdaranê Îranê dibêje Îran li meha bihêt jimareka mûşek û pirojeyên çekdan eşkere dike, li 31-emîn salyada şoreşa Îslamî.
Komandar Mesûd Cezayirî, roja sêşembî got ew mûşek û pirojeyên çekan li rêûresmên Fecir dihên eşkere kirin. Îran her sal li 10 rojên yekemên Subatê salyada şoreşa Îslamî dike.
Cezayirî negot ka eger Îran mûşekên nû dicerbînît an ne û çi pêzanînên zêdetir nedan li ser wan pirojeyan.
Welatên rojava bi guman in ku Îran bi nepenî bizavê dike çekên navokî berhem bînît û perîşan in ku teknelojiya avêtina mûşekan bihêt pêşde birin û bikar anîn ji bo avêtina mûşekên balistîkî ku bişên serkên navokî helgirin.
Îran radigehîne ku bernama navokî ya wê ji bo mebestên sivil e.