Serokê Amerîka Barack Obama şeva çarşembî gotara salane derbarê rewşa welatî pêşkeşî gelê Amerîkî dike.
Çaverê dihet kirin di gotara xwe de serok pitir giringiyê bide rewşa aborî ya welatî di demekê de ku rêjeya bêkarî gehiûştiye 10 ji-sedê.
Serok gotara xwe li Kongirsê pêşkeş dike û bi awayekê zindî li seranserî welatî dihêt pexiş kirin.
Serok her wiha dawa li endamên Kongirsê dike bo demê sê salan xerciya jimareka zora pirojeyên navxwe ragirin di bizavekê de ji bo kêm kirina dalengiya budceya Amerîkî.
Peyvdarê Seraya Sipî Robert Gibbs dibêje, serok bersiva "tûrebûn û bêzarîya” gelê Amerîkî biramberî rewşa aborî ya welatî dide.