Min piştgirîya hewilên rêvebirîya berê ya vejandina aborîyê kir. Û gava me ew programê wergirt, me ev pirtir zelal û rohin kir. Wekî encam, borse û bazarên me aram bûne û piranîya diravên ku me bo bankayan xerc kirine, carekî din zivirîne.
Jibo paşve anîna diravên me yên mayîn, min pêşnîyara wergirtina baceke nû ji bankayan kiriye. Ez dizanim Wall Street ji vê planê ne razî ye, lê eger ew kimpanyayên mezin dikanin pereyên mezin wekî dîyarî biden rêvebirên xwe, hîngê dikanin pereyê alîkarîyê hikûmetê carekî din bizivirînin, bo wan kesên ku alîkarî dane wan.
Bi qenc kirina sîstema ekonomîyê, me pêngavên girîng jî avêtine ku aborîyê xwe carekî din baştir bikin û şoxilên nû biafrînin û piştgirîya Amerîkîyên bêkar bikin.
Jiber vê yekê, me piştevanîya diravî raberî 18 mîlyon Amerîkî kirine û înşûransa saxlemîyê jî, 65 ji sedê erzantir.
Dixwazim carekî din dubare bikin. Em bacan hindiktir dikin. Me bac, jibo 95 ji sedê malbatên karker û kompanyeyên biçûk kêmtir kirine.
Dîsa, jibo wan kesên ku cara yekê xanî dikirin jî me baca xanyê rakirîye. Me gelek rê ji malbatan re vekirine ku zarokên xwe xwedî bikin û bişînin zanîngehê. Bi sipasîya wan pîvanên me, destê gelê me de pirtir pere dimîne ku bo malbatên xwe xwarin, bo otomobîlên xwe benzîne bikirin û pedivîyên xwe yên mayîn peyda bikin.
Bi xêra wan pîvanên me, nêzîkî 2 mîlyon xelkê Amerîkî yên bêkar destbi karên xwe yên nû kirin. 200 hezar ji wan di sektora ava kirina xanîyan û enerjî de û 300 hezarên din jî, wekî mamoste û karmendên din yên perwerde kirinê.
Dîsa, bi deh hezaran polîs, agirkuj, karmendên dadgehê û karmendên saxlemîyê ji hatine wergirtin û çavê me li rê ye, heta dawîya salê mîlyon û nîv karên nû biafrînin.
Faktora serekî bo afirandina karên nû jî, bê guman karsazîya Amerîka ye. Belê, hikûmet divê şert û mercên bingehîn ava bike jibo mezin bûn û berfireh bûna kimpanyayan û wergirtina karkerên nû. Piranîya wan şîrketên ku kar didin, kimpanyeyên biçûk ya jî, bizav û hewildanên şexsî ne ku xwedîye xewna damezrandina kar û xebatên xwe xwe ne. Loma jî, em piştgirîya kimpanya û şexsên wî rengî dikin.
Ez îşev pêşnîyar dikim ku, 30 mîlyar diravê ku kimpanyeyên mezin li Wall Street paşve didin, bo bankayên civakî û şîrketên biçûk xerc bikin, da ku ew jî bikanibin li ser pêyan bisekinin.
Ez her wiha pêşnîyaz dikim ku, binezasîya paşerojê, ji niha ve amade bikin. Otobanan nav eyletan û rêhesinên me yên pêşîn hatine ava kirin, jibo pêşve birina welatî. Ti sedem tune ku Ewrupa û Çîn bibin xwedîyê trenên herî lezgîn û karxaneyên nûjen jibo hilberîna berhemên paqij yên enerjîyê.
Her wiha, divê em piştgirîya afirandêrîya Amerîkî bikin. Sala çûyî, me gelek pere veqetandin jibo lêkolînên zanyarî. Wekî mînak lêkolênên ser nexweşîya penceşêr û nexweşîyên din yên saxlemîyê û enerjîyê. Hun dikanin encamêm wan berhemkarîyên me bibînin. Wekî nimûne, li eyaleta North Carolina (ya Bakur) kimpanyek karxaneke nû ya pîl ango baterîyan vedike ku 1200 karên nû pêşkêşî civatê dike.
Gerek e, em berhemkarî ango învestmintê li ser rind kirina kanîn û zanîna gelê me û perwerdeya wan bikin. Îsal, me destbi kempeyneke nû kir, jibo qenctir kirina xwendîngehên me. Li şûna ku têk çûn û pûç bûnê xelat bikin, em hez dikin serkeftinê xelatdar bikin. Em dixwazin hemî xwendinghên welatê me, çi li gûndekî dûrdest, çi li bajerekî pêşketî, li gorî sedala 21ê werine rêvebirin. Cîyê mala yekî, nabê ku asta kalîteya xwendina wî dîyar bike.
Li şûna ku pevçûnên heman rengî yên dehan salan, ku Washingtonê xistîye bin desthilata xwe, dema hatîye bo rêbazeke nû. Werin em çavkanîyên xwe jibo gelê xwe xerc bikin û wan ji bin deynên giran derexin. Jibo wan kesên ku em anîne vê derê, erka xwe bicîh bînin. Werin em rîya hiş û aqil bikar bînin.
Heku dixwazin ez destji daxwza guherûne berdim, bersîva min ev e. No, ez dest ji guherîna rengê sîyaseta xwe bernadim. Ez dizanim ku îsal sala hilbijartinê ye. Hilbjartina hefteya borî jî, germahîya hilbijartinancarekî din anî bîra me. Lê, divê em berdewam bin welatê xwe rêve bibin. Ez dixwazim bînim bîra Demokratan ku, me hîn jî xûrttirîn piranîya çend deh salan heye û gel jî hêvîya çareser kirina kêşeyên welatê ji me dike. Û eger Komarî jî pêgir bin û 60 dengên Senatê dijî me bixebitînin, emê bêjine wan, berpirsî heman demê de ya we ye jî. Gel, jibo xîzmetê em virê kirin Washingtonê, ne jibo lîstokên biçûk. Divê, em jî gelî Amerîkî re nîşan bidin ku em dikanin bi hev re bixebitin.
Li Afganîstan, em hêzên xwe zedetir dikin û her wiha Hêzên Ewlehî yên Afganî jî perwerde dikin. Armanc ame ev e ku, hezên Afganî bikanibin li Tîrmeha 2011ê kontorola welatê bexine destên xwe û hêzê me jî vegerine Amerîka. Emê desthilata rind xelat bikin û dizî û pere xwarinê jî kêmtir bikin û mafê hemî jin û mêrên Afganîyan jî biparezin. Hevalbenên me jî, di vê bizavê de ligel me ne û hebûnên xwe li Afganîstanê xûrttir kirine. Sibehî jî, emê di konferanseke de li Londonê bicivin ku pêgirîya xwe ya vê mijarê, carekî din piştrast bikin. Em dizanin rojên dijwar dê pêş me bin, lê emê serkeftî bin.
Dema em şerê xwe yê dijî El Qayde didomînin, em dixwazin ji Îraqê jî bi rêk û pêkî derkevin. Waxtê berbijarîyê, min soz dabû ku vê şerê bi dawî bînim û wekî serok jî vê yekê bicîh tînim. Emê hêzên xwe yên şerker, heta dawîya Tebaxa îsal ji Îraqê derxînin. Emê piştgirîya hikûmeta Îraqê bikin, gava ew hazirî dikin hilbijartinên giştî pêk bînin û berdewam hevkarîya gelê Îraqê bikin jibo pêşve birina aşitîya herêmî û aramîyê. Dubarê bêjime we, ev şer diqede û hêzên me jî vedigerin malên xwe.
Hewildanên me yên demokratîk berdewam in, li hember wan dewletên ku li dijî qanûnên navnetewî tevdigerin. Jiber ve sedemê ye, Koreya Bakur rû bi rûya tenê mayîn û toleyên aborî yên xûrttir kirî ye. Jiber ve sedemê, civata navnetewî pirtir yek dengî ye û Komara Îslamî ya Îranê jî bêtir tenê maye. Eger rêberên Îranê di pişrguh kirina berpirsîyên xwe israr bikin, divê şik û guman nebe ku, wê rû bi rûyê encamên girantir bibin.
Rêvebirîya me îsal jimareke asteng borandin û hinek ji wan şaşitîyên me bûn. Belê, ez her roj şîyar dibim û dijwarî û zehmetîyên malbatên seranser welat tînime bîra xwe. Tiştekî moral û hêz dide min ev e ku, tevî hebûna astengî û paşve çûnan jî, paqijî, geşbînî û bi biryar bûn e ku, her dem di dilê gele Amerîkî de cîhê xwe girtine. Wekî hemwelatîyekî ji min re gotîbû:
“Em bi hêz in. Em berxwedêr in. Em Amerîkî ne.”
Rast e, me saleke pir dijar li paş hêla, lê salekî teze hatîye. Serdemekî nû jibo me destpê dike. Em dest jê bernadin. Ez dest jê bernadim. Werin em vê gavê tê bigirin û pêş ve bibin, jibo pêk anîna xewnên xwe û carekî din xûrttir kirina yekîtîya xwe.
Sipas ji we re. Xwedê ligel we be. Xwedê ligel Welatên Yekgirtî yên Amerîka be.
Jibo guhdar kirina gotara Serok Obama, kerema xwe li lînka destê rastê bitikînin.