Serok Wezîrê berê yê Birîtanya Tonî Blair roja Eynî li pêş vekolîneka hukmetê rawesta da berevanîyê ji biryra xwe biket li ser şerê Iraqê.
Rêzdar Blair got rijêma rêberê berê yê Iraqê Seddam Husênî ya xeter bo, me ne dixast ko rijêmeka wesa çekêt wêrankarîya giştî hebin. Serok Wezîrê berê got Amerîka u Brîtanya Seddamî berçav kirbo piştî hêrişêt 11 Sêptêmberê li Amerîka.
Li sala 2003 Rêzdar Blair serok wezîr bo demê pişikdarîya Serokê berê yê Amerîkî George W. Bush kirî di rêberîya şerê Iraqê da. Herdo rêbera we bawer dikir ko Seddam Husênî çekêt wêrankary giştî hene. Belê ew çek qet ne hatne vedîtin u gelek rexnegir di pirsin herê ew şer yê qanonî bo an ne.