Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn bi tondî li dijî rêkevtina çekan ya Amerîka û Taywanê ye


Çîn bi kiryar dijberîya xwe nîşan didet li hember nexşeyekê Amîrîkî bo firotina kerestên leşkerî
ji Taywanê re.

Roja Şemîyê Çînê got wê lêkgûhertina hevkarîya leşkerî li gel Amîrîka ragirtîye û gefeya danana toleyan kirîye liser wan kampanîyên Amrîkiyên dezgehên leşkerî di firoşin Taywanê.

Ajansa payamên fermî ya dewleta Çînê ew daxoyanîya tûnda wezareta derve weşandîye piştê Amîrîka dûhî nexşeyek ragihand bo firotina kerestên çekî bayê ( 6.4 ) milyar dolaran ji Taywanê re.Ew daxoyanî herwesa dibêjit, ew peymana firotina çekî dê karî biket ser hevkarîya nêvbera Çîn û Amerîka liser pirsên sereke yên nêvneteweyî û hermî.

Cêgirê wezîrê derve yê Çînê He Yafei gazî balyozê Amerîkî Jon Huntsman li Beîjing paytextê Çînê kir Şemîyê bo diyarkirina nerazîbûnê. Wî rijdî li Waşington kir heta wê peymanê pûç biket, kû Çîn weka gefeyekê liser parastina xwe ya niştîmanî dizanit. Wî dîsan got ew peyman dê hewlên Çînê jinav bibet jibo êkgirtina bi aştî digel Taywanê.

XS
SM
MD
LG