Serokê Amerîkî Barack Obama û cîgirê serokî Joe Biden ligel cîgirê serokê Îraqî Tariq El Haşimî kom bûn ji bo bas kirina helbijartinên perlemanî yên Îraqî ku biryar e li meha 3-Adarê bihên kirin.
Di beyannamekê de Seraya Sipî ragehand ku her sê rêberan basê giringiya birêveçûna helbijartinan bi transparênt (şefaf) û bi pişikdariya hemî aliyan kirin.
Eveş di demekê de ye ku Îraq rûbirûya kêşa siyasî dibe piştî pitir ji 500 berbijar hatin berbend kirin ji ber têkeliya wan bi Partîya Be s ya berbend kirî.