Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heşt Kes li Nav Peqîneke li Pakistanê Hatin Kuştin


Bi sedema peqîna bombeyeke ser rêke li bakûra rojavaya Pakistanê, sê serbazên Amerîkî û pênc kesên din hatin kuştin.

Ew ber bi rêûrismeke dubare vekirina xwendingeheke keçan diçûn, ya ku li vê dawiyê bi alîkariya Amerîka hatibû nûjen kirin.

Karbidestên Pakistanî dibêjin bi kêmî ve sê zarok li nav hêrişê hatin kuştin û zêdeyî 60 kesên din birîndar bûn.

Peyivdarekî Talîbana Pakistanî berpirsyarî ya xwe beramber vê hêrişê diyar kir.

Bombe li gundekî li devera Jêriya Dir nêzîkî Geliyê Swat peqî. Leşkirê Pakistanê radigehîne ku li nav hêrişa sala bûrî, wan piraniya milîtana ji wê herêmê derxistibûn.

Daxûyaniyek ji Balyozxana Amerîkî li Îslamabadê ragehand ku ew serbazên Amerîkî pişkek bûn ji bernameka fêrkirinê ligel hêzên nîvleşkirî li bakûra rojavaya welatî.

XS
SM
MD
LG