Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşinyaza Navokî ya Îranê bi Hijdarî Hate Wergirtin


Rêberên cîhanî bi hijdarî pêşinyaza serokê Îranê Mehmud Ahmedînejad wergirt, ku uraniyomê jibo zaxkirinê vegohêze derve. Ev rêkeftine ji aliyê Netewên Yekgirtî ve li meha 10 ya sala burî hatibu pêşinyaz kirin.

Wezîrê Derve yê Rusya, Sergei Lavroz, got Rusya dê pêxweş be bi biryara Îranê ku rêkeftinê qebul bike. Brîtanya ragihand ku bo Îranê dê nîşaneke erênî be.

Almanya li roja Çarşemê daxwaz ji Îranê kir ku peywendiyê bi Ajansa Navneteweyî ya Hêza Atomî bike û bi fermî rêkeftina zaxkirina uraniyomê qebul bikit.

Rêkeftina bi piştevaniya Netewên Yekgirtî, daxwazê ji Îranê dike ku 70% ji uraniyoma xwe jibo zaxkirinê vegohêzît derve.

Îran du dil bûye ku rêkeftinê qebul bike, jiber ku ew radigehîne renge hemî uraniyoma wê nehête vegerandin.

XS
SM
MD
LG