Hikûmeta Îraqê radigehîne
biryara dadgeheke pêdaçûnê ku rêke bidite sedehan berbijarên berbendkirî
pişikdariyê li nav hilbijartinên perlemanê bikin, ne qanunî ye û dijî desturê
welatî ye.
Peyivdarê hikûmeta Îraqê Ali El-Dabbagh li nav daxweyaniyekê li roja Pêncşemê, biryara dadgehê red kir.
Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartina li roja Çarşemê ragihand ku biryara wan jibo berbend kirina nêzîkî 500 berbijaran, hate red kirin.
Li dûf pilana serekî, ew kandîdên têkelî ligel rêjîma Be’s ya diktatorê e’dam kirî Sedam Husênî hebu, da mînin li ser lîsta berbijaran, lê nedikarîn kursî li nav perlemana nû hebin, heta ku hatiba piştrast kirin wan çi têkelî ligel partiya Be’s nîne.