Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dubaî Gefeya Desteser Kirina Serokwezîrê Îsraîlê Dike


Polîsên Dubajî dibêjin, ev dê fermana desteser kirina serokwezîrê Îsraîlê derxin, heku bête vedîtin ku destkarîya Îsraîlê di kuştina damezrenerekî Hamas de heye.

Jêderên polîsan dibêjin, heku Îsraîl dî nav wê kuştinê de cîh girtîbe, ew kiryar bi fermana serokwezîr Netanyahu hatîbû pêk anîn.

Hamas, jibo kuştina Mahmud El Mabhuh li 20ê meha 1 li Dubaî, Îsraîlê tawanbar kir. Hamas dibêje, wî çêkan bo grûba wan kirîbû ku şerekî dûr û dirêj li hember Îsraîlê dimeşand.

Karbidestên Îsraîlî ti daxûyanîyeke piştrast kirin yan jî înkar kirina wê îddîayê nedan. Karbidestên polîsên Dubaî dibêjin, gumanbarên serekî grûbeke profosyonel in, ku li ser wan pasaportên Ewrûpî hebûn û çavdêrî li kiryarên El Mabhuh dikirin.

Hamas îddîa dike, kujêrên El Mabhuh çend roj berî kuştina wî, ligel Wezîrê Îsraîlî Uzî Landau hatîbûn Dubaî.

XS
SM
MD
LG