Serokê berê yê Amerîka Bill Clinton, ku nûnerê taybet ya Neteweyên Yekbûyî bo Haîtî ye, roja Înîyê vegerîya Haîtî, bo gihandina kel û pêlên alîkarîyê û pêk anîna hevdîtina ligel rêberên Haîtî.
Serokê berê Clinton dibêje, ew dixwaze piştrast bike, ku alîkarîyên teyî li nav heftê û mehên pêş karîger, rêk û pêk û berdewam bin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon daxwaz ji birêz Clinton kirîbû ku bizavên alîkarî ya navnetewî bo Haîtî birêve bibe.
Karbidestên Haîtî dibêjin, mîlyonek gelê Haîtî vê gave bê mal in. Serokwezîr Jean Max Bellerive roja Çarşemê got, di erdhejîyê de bêtirî 200 hezar kes mirin û 300 hezar kesên din jî birîndar bûn.