Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îsraîl Dibêje, Ew Aşitîyê ligel Surîyê Dixwaze


Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu got, ew hewil dide ku kêşeyên heyî li navbêra Îsraîl û Surîyê kêmtir bike û aşitîyê ligel wî welatî bike.

Birêz Netenyahu roja Yekşemê got, Îsraîl dixwaze peymanên aşitîyê ligel Surîyê û Fîlîstîn bike, rekeftinên wek ligel Misir û Urdun hatine îmze kirin. Netenyahu di kombûna hefteyî ya kabînê de got, Îsraîl dixwaze ligel Surîyê danûstandinan bike, heku şert û mercên pêşîn tunebin û ewlehî jî bête garantî kirin.

Ew şîroveyên Netenyahu di demeke wusa de tên, ku karbidestên Îsraîl û Surîyê daxaûyanîyên tûnd li dijî hev dabûn. Wezîrê Derva yê Îsraîl Avigdor Lieberman hefteya borî hişdarî dabû Serokê Surîyê Beşar Esad, ku eger ew Îsraîlê biazirîne hem di şerê de şikestine bixwe û hem jî, desthilata xwe ji dest berde.

Şîroveyên Lieberman yên roja Yekşemê, bersîva daxûyanîya Beşar Esad bû ku digo, Îsraîl ji dil aşitîyê naxwaze û herêmê ber bi şereke ve dibe.

XS
SM
MD
LG