Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Fransa pêşniyaza toleyan nû lidijî Îranê dikin


Amerîka û Fransa dibêjin ; ew dê karî bikin bo danana gereka nûya toleyan lidijî Îranê, piştî Tehranê ragîhandî kû ew dê lezê li pîtandina Yoranyumî biket. Heta niha Civata Tenahîya Netewên Êkgirtî sê gerên toleyan liser Îranê danîne jiber bernama wê ya navokî.

Îro dûşem Îranê got ; wê ajansa navokî ya Netewên Yêkgirtî agahdar kirîye liser nexşeyekî bo pîtandina Yoranyumî heta astekê bilind û guh nadete welatên desthelatdarên cîhanê ewên giranîyê liser Îranê dadinên bo rawestandina zaxkirina Yoranyumî.

Pêşvenêrê Îranê li ajansa navokî ya Netewên Yêkgirtî Alî Asxer Sûltanî got ; Îranê ew agehdarî daye ajansê. Bi alîyêxweve serokê ajansa navokî ya Îranê Ali Akber Salihî nexşeyê welatê xwe ragîhandibû bo dest pkirina pîtandina Yoranyumî li roja sêşemîya borî.

Îran dibêjit wê pêtivî bi Yoranyumî pîtandîyê 20% heye bo bigerêxistina rîaktoreka vekolînên derman û saxlemîyê.

XS
SM
MD
LG