Serok Obama, bang li qanûndanêrên Komarî kir, ku li dijî pêşnîyara reforma saxlemî ya Demokratan yendengî ne. Serok ji wan daxwaz kir, ku bîr û boçûnên xwe di civîneke televîzyonî ya 25ê Sîbatê de, li Qesra Sipî bînine pêş.
Belê çend rêberên Komarî yên kongresê dan xûya kirin, ku çêdibe ew pişîkdarî li wê kombûnê nekin, eger Demokrat pêşnîyara vê gavê ya heyî pûç nekin û li şûna wê yeke nû amade nekin.
Serokê Kêmanîyê Civata Nûneran John Boehner û alîkarê wî Eric Cantor, di nameya xwe ya bo serokê karmendên Qesra Sipî Rahm Emanuel de dibêjin, pêşnîyar qanûnên Demokratîk, karên heyî dikujin û gelê Amerîkî nîşan daye ku ew li dijî wan in.
Roja Sêşemê, di brîfînga Qesra Sipî de pirsek li Serok Obama hate kirin, ku ew dixwaze reform kirina sîstema saxlemîyê jinûve destpê bike. Serok Obama got:
Serok got, ewê taybetî li Komarîyan bipirse, ku pêşnîyara wan li ser firehtir kirina înşuransa saxlemîyê jibo 30 mîlyon Amerîkîyên bêînşurans çi ye.
Qesra Sipî daxwaza kombûneke nivrojî dike, ku derfet bide Serok Obama piştevanîya raya giştîgel destve bîne, li ser plana wî ya sîstema saxlemîyê.
Serok Barack Obama, rexne li Komarîyan girt jiber daxwazîya bêalî bûnê di prosesa sîstema saxlemîyê û dû re jî, jiber hewila wan ya pûç kirina pêşnîyara Demokratan.
Hîn Komarî di vê bawerîyê de ne, Serok Barack Obama wê kombûna televîzyonî li dijî wan bikar bîne, ku nîşana xelkê bide ku, ew dixwaze Komarêyan jî tevli vê prosesê bike, berî ku ev pêşnîyar ji Kongresê derbaz bibe.
Hem Senate, hem jî Civata Nûneran du pêşnîyarên cûda yên reforma saxlemîyê derbaz kirin. Ew bizavê dikirin ku her du bikine yek, berî hilbijartinên Massachusetts bikeve navbêrê.
Serok Barack Obama dibêje, ew dixwaze afirandina karên nû bike girîngtirîn xala sîyeseta xwe ya navxweyî, lê wî her wiha zelal kir, ew dê ji plana xwe ya saxlemîyê paşde gavan nevêje.