Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama dibêje, Toleyên Navnetewî li Hember Îranê bi Lêzî Pêşve Diçin


Serokê Amerîka Barack Obama dibêje, pêngavên navnetewî yên danana toleyên aborî li hember Îranê bi lêzî pêşve diçin, piştî Tehran destbi dewlemend kirina uranyumê kir.

Birêz Obama, roja Sêşemê li Qesra Sipî gote peyamhinêran, wisa xûya dibe ku Îran pêşnîyarên wî ya danûstandinê piştguh kirîye. Serok Obama got, xemsarîya Îranê ya hinartina uranyuma xwe bo derve nîşan dide, ku rejîma Îslamî dixwaze uranyumê bo armancên leşkerî bikar bîne.

Di demeke zûtir heman rojê de, Îran ragihandibû, ku ew bi rêjeya 20 ji sedê destbi zengîn kirina uranyumê kirîye, jibo li reaktoreke saxlemîyê wekî şewitê bikar bîne. Tehran dibêje bernameya wê ya navokî jibo armancên aştîyane ye, lê welatên rojava guman dikin ku Îran bo çêkên navokî bikar tîne.

XS
SM
MD
LG