Qûmanderê bilind yê Rûsya dibêje, plana berevanî ya mûşekên Amerîkî bo Ewrûpa yekser li dijî welatî wî hatîye danan, tevî ku Washington gelek caran li dijî wê yekê garantîyan daye.
General Nikolai Makarov roja Sêşemê di televîzyona Rûsî de got, plana Amerîkî ewlehîya Rûsya davêje xeterê, sîstema wê ya mûşekan lawaz dike û rê li ber paymaneke nû ya kontrol kirina çêkan digire.
Berdevkê Qesra Sipî Robert Gibbs Sêşemê got, îddîayê ku dibêje plan berevanî ya mûşekan astengî ji peymaneke nû derdixin, ne rast in.
Karbidestên Amerîkî gelek caran gotine karbidestên Rûsî, ku ew plan jibo rê girtina gefeyên Îranê ne û ti armanca wê ya ligel Rûsya û welatên din tune ne.
Peyîvdarê Wezareta Derva P.J Crowley dibêje, Washington li ser berevanîya mşûekan pir vekirî û eşkere tevgerîyaye û ji çend salan vir ve, gelek danûstandinan ligel Rûsya pêk anîye.
Li nav plana Amerîkî, toreke rêgirtên mûşekên erdê û esmanî hene li sernaser Ewrûpa û herêma Kendava Farisî.